Li gor nûçeyeke Zemal Elhedes, Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî piştî ku pasewanên Serokwezîrê nû yê Îraqê Adil Ebdulmehdî êrîşî ser mala vî kiribûn û vî û hevjîna vî binçav kiribûn û ji mal derxistibûn, Ebadî ji Bexdayê bêzar bûye û dixwaze li Kurdistanê bicîh bibe.
Roja dawî ya sala derbasbûyî, hijmareke hêzên çekdar êrîşî ser mala Serokwezîrê berê yê Îraqê Heyder Ebadî kiribûn û vî ji mal derxistibûn û pişt re jî Heyder Ebadî daxwaz kiriye daku dev ji berdin jiber ku dixwaze were li Kurdistanê nîştecîh bibe.
Li gor heman jêderê, Berpirsê hêzên ku Ebadî ji mala vî der kirine, welatiyekî Kurde û navê vî Azade, xelkê Hewlêrê ye û berpirsê pasewanên Adil Ebdulmehdiye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin