Li gor jêderên Iraqê komeke nû ya ji rêxistina terorîst a DIŞIê cuda bûye û navê ‘Pasavanên Olê’ li xwe kiriye derketiye ku heman rêbaza tundiyê ya DIŞIê daye ber xwe.
Pasavênên Olê ku di bin banê Lîwaya Neqşebendî de li Iraqê dest bi tevgerê kiriye, bi navê îslamî şerê çekdarî daye ber xwe ku niha li navçeyên Xurmatû, Dûr, Tikrît, Şirgat, Mûsil, Kerkûk û Diyalayê çalak e û hewil dide aramiya wan deveran têk bibe.
Li gor çavkaniyên Iraqê, rêxistina Pasawanên Olê 27ê Sibata 2018an pêşî li Sûriyê derketiye holê û niha jî li Iraqê xwe çalak dike.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin