Erdogan: Emê her derbeke giran li YPGê bidin

Erdogan berdewame li ser gefên xwe
کوردستان TV
100%

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê bo nav Minbicê, di nûtirîn helwesta xwe de ragihand, Tirkiye rijde li ser wê yekê ku derbek giran li YPGê bide.

Piştî ku artêşa Sûriyeyê diyar kir ku bi hemahengî li gel YPGê  ketiye nava bajarê Minbicê, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan helwesta xwe ragihand û got:  Xalên wan ên çavdêriyê li Minbicê berdewam in û îstîxbaratê ez haydar kirin, ku heta niha ti pêşhateke berçav li Minbicê çê nebûye.

Erdogan got: Divê YPG li wan navçeyan dawî pê bên, berovajiyê wê yekê em dê operasyonê bikin. Eger terorîstan li jêrî sînorên me nemînin, dê nîgeraniyên me jî nemînin”.

Serokkomarê Tirkiyê herwiha bilindkirina Ala Sûriyê li Minbicê weke şerê psykolojîk (derûnî) bi nav kir û got: “Ew navçe hemû xaka Sûriyê ye, eger grûpên terorîstî li wê derê neman, pêwîst bi me nake”.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.