Yek ji Serokên çekdarên Heşdî Şebî gef xwarin ku li dijî Amerîkayê li Iraqê şer bikin û peyamek da serokê Amerîkayê.
Serokê çekdarên Esayib Ehlî El Heq Qeys Xezelî di tora xwe ya taybet twitterê de ragehand, serdana veşartî ya serokê Amerîkayê Donald Trump bo Iraqê, rastiya projeya Amerîkayê ya Iraqê derxist holê.
Qeys Xezelî di peyameke ji bo Trump de got û daxwaza vêkêşîna hêzên Amerîkayê ji Iraqê kir û gef xwarin ku eger hêzên Amerîkayê bixwe dernekevin, wê demê ezmûn û şiyana wan heye ku naçar bikin hêzên Amerîkayê ji Iraqê derbikevin.
Duhê bi şev Serokê Amerîkayê ji nîşkave serdana bajarê Enbarê ya li Bakûrê Rojavayê Bexdayê kiribû û li gel hêzên leşkerî yên Amerîkayê civiya bû û ti zaniyariyek jî nedabû rayedarên Îraqê û li gel wan jî neciviya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin