Serokwezîrê berê yê Iraqê daxuyaniyek derbarê serdana Serokê Amerîkayê ya veşartî ya Iraqê de da.
Îro 27.12.2018ê ofîsa ragehandina serokê hevpeymaniya Nesir û Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî bi daxuyaniyekê ragehand, serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump a Iraqê li gel pîvanên dîplomatîk û peyvendiyên welatan yek nagre û ew vê red dikin.
Li gor Heyder Ebadî welatê wan serkeftin bidest xistiye û xwe îspat kiriye, lê serokê Amerîkayê bi vê serdana xwe ve hewl dide Iraqê vegerîne bo paş.
Serokwezîrê berê yê Iraqê amaje bi vê yekê jî kir ku serdana Trump bi awayê veşartî ziyan gehandiye peyvendiyên Bexda û Washingtonê û divê hemû welatên cîhanê bizanin, Iraqeke bihêz û xwedî serwerî di berjewendiya asayiş û seqamgiriya navçeyê û cîhanê de ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin