Adil Ebdulmehdî: Mimkune em hinek leşkeran bişînin Sûriyeyê

ev daxuyanî piştî daxwaza Amerîkayê hatiye dayîn
کوردستان TV
100%

Serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmehdî diyar kir ku dibe ew hin leşkerên xwe bişînin Sûriyeyê.

Ebdulmehdî da zanîn ku bo ew xwe ji ‘’gefên li ser sînorê Îraqê’’ biparêzin, ser hemî rêkan diaxifin.

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî gotibû ku ewê hêzên Amerîkî yên li Sûriyê vekişînin.

Ebdulmehdî da zanîn ku dibe ku DIŞI qada xwe ya li herêma cengê berfireh bike û bi hezaran sivîl ber bi Îraqê ve koç bikin.

Wî bi berdewamî got ku ‘’Îraq dê bi dost û cîranên xwe bişêwire û wisa biryara xwe bide’’

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.