civîna Parlamentoya Iraqê dîsa hat paşxistin

ev cara heftemîn care tê paşxistin
کوردستان TV
100%

Hevpeymaniya Îslah îro di civîna Parlamentoya Iraqê de piştî pêşkêşkirina navê Falih Feyaz bo posta wezareta navxwe ji civînê vekişya û parlamento bicih hişt, serokê parlamentoyê jî civîn bo nîv demijmêrê lipaşxist.

Çavkaniyek ji parlamentoya Iraqê ragehand ku, piştî vekişîna hevpeymaniya Îsalh Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemd Helbûsî civîn lipaşxist û niha li gel serokê firakisyonan di civînê de ye.

Li gor gotina heman çavkaniyê ji parlamentoyê berî niha jî Hevpeymaniya Îslah biryar dabû deng nede kandîda wezareta perwerdê Şeyma Heyalî ku, duh ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve hatibû pêşkêşkirin.

Lê hevpeymaniya Îslah rêkeftin kiribû ku, navê Feysel Cerba bo wezareta Bergiriyê û herwiha kandîdê wezareta koçûkoçberan be ji nûve navê kandîdê wezareta navxwe û dadê were pêşkêşkirin.

Îraq

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.