Şervanên QSD`ê zêdeyî hezar sivîlê ji eniya El-Şafaa, El-Sûse û Baxoz piştî ku korîdorên ewle ji wan re vekirin, rizgar kirin. heta niha jî sivîl ber bi herêmên rizgarkirî ve diçin.
Li eniya El-Şafaa, El-Sûse û Baxoz şerê dijwar didome. Şervanên QSD`ê sivîlên ku çeteyên DAIŞ`ê ew weke mertalên zindî bikar tanîn rizgar dikin.
Şervanên QSD`ê korîdorên ewle ji 3 aliyan ve vekirin. Şêniyên herêmî jî bi rêya wan korîdoran ber bi herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatine rizgarkirin ve diçin.
Çavkaniyekî leşkerî ji ajansa me ANHA`yê re ragihand ku zêdeyî hezar sivîlî berê xwe didin herêmên ku ji aliyê şervanên QSD`ê ve hatin rizgarkirin. Her wiha destnîşan kir u şênî bi awayekî zêde ber bi nuqteyên şervana ve diçin û heta niha jî didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin