Bi bernameyeke taybet a Pêşbirka Miss Kurdistan 4. ku li Hewlêrê birêve çû, şeva borî Şahciwana 2018an a Kurdistanê hat hilbijartin.
Di nav 14 keçên namzedên şahciwaniyê de, Sana Muhamed a ji bajarê Helebceyê di pêşbirkê de bû yekemîn û wekî şahciwana 2018an a Kurdistanê hat hilbijartin.
Pêşbirka Miss Kurdistan ev çaremîn car in tê lidarxistin ku ji ber şerê DAIŞê hatibû paşxistin.
Şahciwana Kurdistanê yekem car di sala 2012an de hatibû lidarxistin û Şênê Ezîz bûbû yekem.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin