YPG bû sedem ku mattis dev ji kar berde

jiber biryara vekêşana Amerîkayê ji Sûriyeyê dev ji karê xwe berdide
وه‌زیرى به‌رگرى ئه‌مریكا ده‌ستی له‌كاركێشایه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Li gor jêderên nûçeyan sedema dev jikar berdana wezîrê berevanî yê Amerîkayê eşkere bûye.

Jêderên nûçeyan behsa vê yekê kirine ku wezîrê berevanî yê Amerîkayê Jim Mattis gelek hewl daye daku Serokê Amerîkayê Donald Trump razî bike biryara vekêşana hêzên Amerîkayê li  Sûriyeyê nede lêbelê Trump bi dilê vî nekiriye.

Mattis ji Trump re gotiye ku YPG û hêzên Sûriyeyê demokratîk ku li dijî DIŞIê şer kirine hevpeymanên rastîn yên Amerîkayê yên li Sûriyeyê ne loma ne raste di demekê de ku Tirkiye gefên ji nav birina wan dike, em wan bi tenê bihêlin, lê Serokê Amerîkayê ev  yek qebûl nekiriye û pişt re Mattis gelek aciz bûye û dev jikar berdana xwe  radestî Trump kiriye.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.