Şervan Derwîş: DIŞI hîn nehatiye têkbirin

hîn jî şerên dijwar diqewmin
کوردستان TV
100%

li Dêrezorê şerên dijwar didomin.

Serokê Amerîka Donald Trump roja Çarşemê li ser Twitterê ragihandibû ku wan DIŞI li Sûriyê têk biriye, loma hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin.

Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş ji Dengê Amerîka re ragihand ku DIŞI hîn zindî ye li Derêzorê şerekî dijwar didome.

Derwîş di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku hêzên me jî di nav de, şerekî dijwar li dijî DIŞIê berdewam dike jiber ku ew bi awayê herî xurt li ber xwe didin. Dîsa hucreyên wan yê razayî hene ku li Minbicê û cîhên din êrîşan pêk tînin. Pir çewt e ku mirov bêje DIŞI hatiye şikandin."

Derwîş bal kişand ku piştî daxuyaniya Trump hîn li serdê ti guherin çênebûne û peywendîyên wan bi Amerîkîtan re wek berê didomin.

Derwîş got ku ew xwe ji hemî senaryoyan re amade dikin û heta dawî cîh û warên xwe biparêzin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.