Komîteya destpakî ya Îraqê ragihand ku parêzgarê bizor sipandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî gendelî û dizî kiriye jiber vê çendê fermana girtina vî ji aliyê dadgehê ve hatiye derkirin.
Li gor daxuyaniya komîteya destpakiya Îraqê, îro hêzên polîs çûne bînaya parêzgeha Kerkûkê daku Rakan Cibûrî binçav bikin lêbelê nav hatî liwir nebûye.
Li gor daxuyaniya han polîs vê li pey Cibûrî bigerin daku vî binçav bikin.
Rakan Cibûrî kesêke ku piştî îxaneta 16ê Cotmehê ji aliyê artêş û hikûmeta Îraqê ve weke waliyê leşkerî bo parêzgariya Kerkûkê hatibû destnîşankirin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin