Kartên çapemeniyê yên 1954 rojnamegeran hatine betalkirin

karê rojnamegerî li Tirkiyeyê zehmet dibe
کوردستان TV
100%

Parlamenterê CHPyê Sertelî gotiye ku divê nûnerên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê û Federasyona Rojnamegerên Tirkiyeyê beşdarî civîna komisyona kartên çapemeniyê bibin.

Li gor nûçeyeke bianetê Fûat Oktay, Alîkarê Serokomarî 9ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê bersiva pirsên Atîla Sertel, Parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) yê Îzmîrê daye. Oktayî di bersiva xwe de gotiye di sê salên dawiyê de hezar û 954 kartên çapemeniyê yên rojnamegeran hatine betalkirin.

Li gorî heman bersivê kartên 705 kesan hatine betalkirin ku di saziyên bi hinceta têkiliya wan bi FETOyê re hene û hatine girtin de kar dikirin. Oktayî diyar kiriye ku biryara betalkirina kartên çapemeniyê li gorî Xala 29ê ya Rêziknameya Kartên Çapemeniyê de hatiye standin.

Li gorî daneyan, sala 2016ê kartên 889 rojnamegeran hatine betalkirin. Li gorî hejmarên nû, di nava sê salan de rêjeya kesên ku kartên wan hatine betalkirin ji sedî 220 zêdetir bûye û gihiştiye hezar û 954an.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.