Vê sibê dîsa civîneke din lidar bixin

tê payîn endamên komîteya nivîsandina destûrê werin eşkerekirin
کوردستان TV
100%

Biryare sibê (18ê mehê) her yek ji wezîrên derve yên Rûsye, Îran û Tirkiyeyê, civîneke din ya taybet bi Sûriyeyê lidar bixin.

Li gor jêderên nûçeyan di civîna sê alî ya wezîrên derve yên wan her sê welatan, vê giftûgo li ser çawetiya dîtina çareseriyeke siyasî bo qirîza Sûriyeyê were kirin.

Herwiha tê payîn ku di civîna sibê de endamên komîteya nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê jî werin eşkerekirin.

Weke tê zanîn ku ev her sê welat, bi hevre civînên Astanayê jî organîzekiribûn lêbelê Amerîka dibêje prosesa Astanayê serkeftî nebûye û lazime çareseriyên din werin dîtin.

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.