Çavuşoglu: Eger di hilbijartinan de serbikeve emê li gel vî kar bikin

dibêje emê têkiliyên xwe normal bikin
کوردستان TV
100%

Wezîrê derve yê Tirkiyeyê Mevlûd Çavuşoglû li Duheyê di konferansekê de got, dema ku Serokê Sûriyeyê Beşar Esad di hilbijartinên demokratîk de biserkeve emê pê re kar bikîn.

Li gor nûçeyeke voayêTirkiye piştevana herî li pêşe ya hêzên opzisyona Sûriye yên li dijî rejîma Esad e zêdetirî 7 salane şerê çekdarî dikin û bi sed hezaran kes hatine kuştin û mîlyonan kes derbeder bûne.

Rejîma Esad û malabata wî nêzîkî 50 salane li ser desthilatê ye li Sûriyê, bi rêya hêzên leşkerî desthilata xwe bi ser gelê wî welatî de sepandiye. Îran û Rûsya piştevaniya rejîma Esad dikin. Lê hêjî hin herêm li Sûriyê ji derveyî kontrola rejîma Dîmeşqê dane, hin herêmên bakur li jêr kontrola opozsyona dane ku Tirkiye piştevaniya wan dike û herêmên rojhilat jî li jêr kontrola Kurdan e ku Amerîka piştevaniya wan dike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.