Mezlûm Kobanê: Emê bi tundî bersifa êrîşan bidin

dibêje emê bi tundî bersifê bidin û em amadene
مه‌زڵوم كۆبانى: هێزه‌كانى سوریاى دیموكرات به‌ڵێنیان داوه‌ وه‌ڵامى هێرشه‌كانى توركیا بده‌نه‌وه‌
کوردستان TV
100%

Li gor nûçeyeke ajansa ruetrs Fermandarê hêzên Sûriyeya demokratîk,(HSD) Mezlûm Kobanê eşkere kiriye ku vê bi tundî bersifa êrîşên muhtemel yên artêşa Tirkiyeyê ên bo ser Rojhilatê Firatê bidin.

Mezlûm Kobanê eşkere kiriye ku niha hewldanên wan yên dîplomatîkî bo pêşî girtin ji êrîşên Tirkiyeyê didomin lêbelê eger hat û Tirkiye êrîş kir vê demê emê bi tevahiya hêz û karînên xwe bersifa artêşa Tirkiyeyê bidin.

Kobanê herwih diyar kiriye ku êrîşên Tirkiyeyê vê bibin sedema dubare bihêz bûna DIŞIê li deverê de û ew yek jî xizmeta ti aliyekê nake.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.