Devikekî Bendava Dîcleyê jê bûye, lehî rabûye

hin dever di bin avê de mane
کوردستان TV
100%

Li navçeya Egilê ya Amedê ji ber baranê Bendava Dîcleyê tije bûye û devikekî bendavê ku ji bo valakirina ava zêde hatibû vekirin, jê bûye. Di encama jêbûna devikê bendavê de lehî rabûye û Baxçeyên Hevselê li ber lehiyê ketiye.

Li navçeya Egil a Amedê ji ber baranê Bendava Dîcleyê tije bû û devikekî bendavê ku ji bo valakirina ava zêde hatibû vekirin, duh  êvarê jê bûye û di encamê de lehî rabû ye.

Baxçeyên Hevselê yên ku bi ser  navçeya Yenîşehîrê ye di lîsta parastina ya UNESCOyê de ye. Hinek beşên baxçe jî di bin avê de mane.

Welatiyên ku mal û kargehên wan nêzîkî çamê Dîcleyê ye, ji ber lehiyê neçarman mal û kargehên xwe  bi cîh bihêlin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.