Pentagon bi tundî Tirkiye hişiyar dike

dibêje operasiyon vê xizmeta DIŞIê bike
کوردستان TV
100%

Dibêje emê ti operasiyonek li dijî hevpeymanên xwe qebûl nakin.

Piştî gefên Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan bo destpê kirina operasiyonê li dijî YPG û HSDê li Rojhilatê çemê Firatê, îro wezareta berevaniya Amerîkayê ( Pentagon) bi tundî hişdarî da Tirkiyeyê û got: Agehdar be, em ti operasiyoneke bi vê rengî qebûl nakin.

Peyvdarê Pentagonê Sean Robertson di daxuyaniyeke nivîskî de nivîsandiye: Li darxistina operasiyoneke wisa vê fêde bigehêjîne DIŞIê û bibe asteng li berdem şerê dijî DIŞIê jiber vê yekê Amerîka bi ti awayî operasiyona han qebûl nake.

Robertson herwiha diyar kiriye ku lazime serkeftinên ku li hember DIŞIê hatine bidestxistin werin parastin û lazime kes rê nede ku DIŞI dîsa xwe bihêz bike.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.