Li seraserê parêzgeha Neynewayê heşda şebî bûye sedema kêşe û arîşeyan bo xelkê.
Parlementerê berê yê parlementoya Îraqê Salim Cume Şebek ragihand ku, çekdarên heşda şebî li seraserê parêzgeha Mûsilê bûne sedema kêşe û arîşeyên mezin bo şêniyên deverê.
Cume Şebek hewriha eşkere kir ku çekdarên heşda şebî bi awayekî rojane mafên mirovan li vê parêzgehê binpê dikin û zextan li şêniyên parêzgehê dikin.
Cume Şebek anî ziman ku ji bilî wan kêşe û arîşeyan, çekdarên heşda şebî hevdem bazirganî bi dermanan jî dikin û rê nadin dermanên pêwîst bigehêjin destê xelkê û dermanên ku bo nexweşxaneyên parêzgehê tên şandin ji aliyê çekdarên heşda şebî ve têne girtin û pişt re çekdar wan dermanan bi nirxeke girantir di nava bazara reş de difiroşin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin