Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi helkevta Hefteya Mafên Mirovan, di derbarê binpêkirin, desteserkirin û girtina endamên xwe de raporeke berfireh belav kir.
Li gor raporê, ji sala 2015an ve careke din qonaxa şer û aloziyan li Tirkiyê destpê kiriye û di jêr sîbera wê rewşê de binpêkirinên mafên mirovan jî zêde bûne. Di raporê de tê gotin, ku ji sedî 50ê xelkê Tirkiyê ji ber piştgiriya îdeolojiyeke diyarkirî nakin, mafên wan tên binpêkirin.
Li gor rapora HDPê, di 11 mehan de herî kêm 2 hezar endamên HDPê ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê ve hatine desteserkirin û ji wan 500 kes hatine girtin û di zîndanê de ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin