Piştî Amedê, li Êlihê jî 29 jin hatin festeser kirin

duhê jî li Diyarbekirê 25 kesên din hatibûn girtin
کوردستان TV
100%

Operasyonên li ser Tevgera Jina Azad (TJA) didome û piştî Amedê, li bajarê Êlihê (Batman) jî 29 jinên ku ketibûn greva xwebirçîkirinê, ji alîyê polîsan ve hatine desteser kirin.

Di nav jinên ku hatin binçavkirin hevseroka HDP'ê ya Batmanê û hevşaredara bajarokê Bişêrî jî hene.

TJA, jibo piştgirî bide çalakîya Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk (KCD) û parlamantera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, ragihandibû ku endamên wê jibo sê rojan li Amed, Batman û Wanê dest bi greva xwebirçîkirinê birçîbûnê dikin.

TJA bi daxuyanîyeke nivîskî got ku Guven bi daxwaza aştî û demokrasîyê dest bi vê çalakîya xwe kir, lê tê xwestin bi darê zorê dengê aştî bifetisînin.

Voa

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.