Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê eşkere kir ku şervanên wan bersiva êrîşên terorîstên DIŞIê dane. Navendê ragihand ku 55 terorîst hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD`ê encamên şerê 24 saetên dawî eşkere kir.
Daxuyanî wiha ye:
Eniya Baxozê
Terorîst DIŞIê îro vê sibê êrîşî noqteyên şervanên me yên ku duh rizgar kiribûn, kirin. terorîstan hemû cûreyên çekan bikar anin, lê şervanên me bersiv dan û di encamê de kuştî birîndarên terorîstan çêbûn. Terorîstên din jî reviyan. Di heman demê de, şervanên me ber bi bargehên terorîstan ve çûn û gelek terorîst hatin kuştin û şervanên me hinek noqte ava kirin.
Rêxistina terorîst hewl da êrîşên noqteyên ku şervanên me rizgar kirine bikin, lê hêzên me berisv dan û ew neçar kirin ku bi paş ve birivin.
Di saetên êvarê de, şervanên me êrîşî noqteyên terorîstan kirin. Di encamê de şerekî dijwar rû da û hin terorîst hatin kuştin. Di heman demê de, balafirên Koalîsyona Navneteweyî jî kerwanê erebeyên terorîstan kirin hedefa xwe û di encamê de hin terorîst hatin kuştin û erebeyên wan hatin teqandin. Şervanên me jî bi pêş ve çûn û 15 noqteyên nû ava kirin.
Eniya Hecînê
Di demeke ku terorîstan êrîşî eniya Baxozê kirin, terorîstan di saetên sibê de êrîşeke dijwar anîn ser bargehên hêzên me yên li vê eniyê. Terorîstan ku hemû cûreyên çekan bi kar anî, di encamê şerekî dijwar rû da. Lê şervanên me bersiva êrîşê dan û di encamê de bi dehan terorîst hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha yekîneyên endizyarî yên leşkerî bi dehan mayînên ku rêxistina terorîst li herêmê çandibûn, bêbandor kirin.
Li vê eniyê, şer car bi caran rû dide. Her wiha hin şervanên me jî birîndar bûn, niha li nexşwexaneyan têne dermankirin.
Encama dawî ya şer
-Hejmara kuştiyên terorîstan 55
-43 bargehên terorîstan hatin rûxandin û 3 rêyên leşkerî ku terorîstan bikar dianî, hatin birin. Her wiha çekeke doçka jî hate teqadin.
-Hejmara êrîşên Balafirên Koalîsyona Navneteweyî 57
-Mayînên ku yekîneyên endizyarî bêbandor kirin 15
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin