Xelkê Ermenistanê çû ser sendoqan

vê îro serokwezîrê nû hilbijêrên
کوردستان TV
100%

Îro xelkê Ermenistanê bo hilbijartina Serokwezîrekî nû çû ser sendoqan.

Serokwezîrê berê yê Ermenistanê Nikol Paşinyan ku piştî xwepêşandanên li Ermenistanê bibû Serokwezîrê vê welatî, dev ji postê xwe berda bû.

Li gor qanûna bingehîn ya Ermenistanê bo lidarxistina hilbijartinên pêşwext lazime beriya lidar xistina hilbijartinan bi çend mehan Serokwezîr dev ji karê xwe berde.

Prosesa dengdanê vê 12 seatan bidome û tê payîn ku zêdetir ji 3 miliyên welatiyên Ermenistanê beşdariya prosesês bikin.

Pspor dibêjin ku mimkune hevpeymaniya ser bi Paşinyan dîsa biser bikeve.

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.