Wezîrê parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî çeteyên DIŞIê li Sûriye û Iraqê, got çarenûsa 700 çeteyên DIŞIê ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin.
Televîzyona Sky News diyar kir ku wezîrê parastinê yê Kanadayê Harjit Singh Sajjan piştî civîna berpirs û fermandarên 13 dewletên endamên Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DIŞI’ê duh li bajarê Tişîlsî hate lidarxistin, teqez kir ku çarenûsa 700 çeteyên DIŞIê ku li Sûriyê hatine girtin, dê ji aliyê welatên wan ve were diyarkirin û divê her welatek li gorî mekanîzmaya xwe ya taybet tev bigire.
Li go nûçeyeke anhayê wezîrê parastinê yê Amerîkayê James Mattis got 700 çeteyên DIŞIê li gel hêzên QSD`ê girtî ne û welatiyên 40 welatên cuda ne.
Hindek welat ditirsin ku heger wan çeteyan bibin girtîgehên xwe, dê radîkalî lê belav bibe. Her wiha Washington li ser zimanê Mattis got hêzên QSD`ê nikarin wan çeteyan demeke dirêj li gel xwe bihêlin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin