Li gor çapemeniya Tirkiyeyê li bajarê Hetayê ya li ser sînorê Sûriyeyê, hêzên ewlekarî bi ser çapxaneyeke mezin de girtine û ev çapxaneya han daxistine.
Çapemeniya Tirkiyeyê behsa vê yekê dike ku ev çapxane yekane çapxane bûye ku li Tirkiyeyê pasport û nasnameyên sextet bo penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê çap kiriye.
Li gor jêderan heta niha bi hezaran pasport û nasnameyên sextet ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyeyê re hatine çapkirin.
Ji aliyeke din ve polîsê Hetayê diyar kiriye ku di dema operasiyonê de karîne dest deynin ser hijmareke zêde, pasport, nasname û morên curbicur.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin