Gerîlayên HPG/YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Li gorî daxuyaniya HPG'ê, di çalakiyan de 4 sîxur, 8 leşker û kontrayek hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî ya Eyaleta Serhedê de, roja 1'ê Kanûnê saet 16:45'an li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî qereqola Serêkanî û leşkerên ku rêya leşkerî çêdikirin, 2 çalakî pêk anîn.
Hêzên me li ser rêya qereqola Serêkanî, li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê ji 2 baskan ve çalakî kirin. Bi derbên giran wesayit bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, di çalakiyê de 4 sîxur û kontrayek hatin kuştin.
Hêzên me di heman demê de li qemyoneke artêşa TC xistin ku li ser sînor rêya leşkerî çêdikir. Di çalakiyê de qemyon hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC piştî çalakiyan bi obus, hawan û tankan herêm da ber bombeyan.
Roja 2'ê Kanûnê (îro) saet 9'an, hêzên me li herêma Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a li ser Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de li çepereke dijmin a li ser gir hate xistin û di encamê de çeper hate rûxandin, 2 leşkerên tê de hatin kuştin.
1'ê Kanûnê saet 12:30'î jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlîkanê dan. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Balafirên şer ên artêşa TC roja 1'ê Kanûnê saet navbera 20:30-21:30'î qadên Şukê û Şatanosê yên navçeya Geverê ya Colemêrgê û derdora gundê Lêlîkanê yê herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê bomberdûman kirin. Ji ber vê bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin