Dewleta Îsraîlê asta nûnertiya xwe ya dîplomatîk a bi Tirkiyê re kêm kir.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îsraîlê Amnon Nahshon daxuyakirin ku dê hikûmeta Îsraîlê balyozekî nû bo Tirkiyê tayîn neke.
Amnon bi bîr xist ku bi qasî 6 meh berê bi hinceta bûyerên li Xezeyê rayedarên tirk balyozê wan Eitan Nehia dersînor kiriye û wan jî biryar wergirtiye kesekî din li şûna wî destnîşan nekin.
Berdevkê wezaretê herwiha da zanîn ku ji bo Stenbolê jî ew konsolosekî nû tayîn nakin.
Peyamakurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin