Serokê Efxanistanê Eşref Ganî dibêje ku hikûmeta wî nexşerêyek amade kiriye ku bo dawîkirina şerê navxweyî yê 17 salan, dest bi danûstandinên aştî yên bi Talîbanê re bike.
Li gor nûçeyeke voayê Ganî di konferanseke derheqa Ffxanistanê de, li Cenevrê got ku piştî şêwirên kûr yên bi aliyên navnetewî re, hemî dezgeh û mekanîzmayên pêdivî hatine temam kirin.
Ganî diyar kir ku hikûmeta wî hazir e ku derbazî qonaxa paştir ya peyvajoya aştiyê bike û bo civateke demokratîk û hembêzkar lihevkirinekî bi Talîbanê re pêk bîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin