Li gorî rapora herî dawî ya Neteweyên Yekgirtî (NY) ya derbarê Sûriyeyê de, zarok herî kêm rastî 12 hezar bûyerên tundkariya giran hatine.
Neteweyên Yekgirtî lêkolîna wan bûyerên tundkariyê kiriye ku zarok di dema şerê li Sûriyeyê rastî wan hatine. NYyê rapora xwe di 30ê Tîrmeha 2018ê de temam kiriye û 26ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) aşkere kiriye. Encamên lêkolînê behsa bûyerên di navbera Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2013ê û Hezîrana 2018ê dike.
Li gorî raporê di nava 5 salên dawî de li Sûriyeyê, herî kêm 3 hezar û 891 zarok mirine, 3 hezar û 448 zarok jî kêmendam bûye.
Virgina Gamba, Nûnera Taybet a Pevçûnên Biçek û Zarokan a Sekretera Giştî ya Neteweyên Yekgirtî, di civîna çapemeniyê de gotiye, ji bo aştî li Sûriyeyê çêbibe pêwistî bi demeke dirêj heye. Gambayê bang li aliyên şer kiriye ku tuniyê rawestînin.
Di raporê de hatiye destnîşankirin ku zêdetirî 12 hezar zarok rastî bûyerên tundkariya giran û binpêkirina mafan hatine. Rapor diyar dike ku zarok bi bombeyên bermîl û xaran hatine kuştin. Her weha hatine çarmixkirin û kuştin.
Bianet
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin