Di operasyoneke giştî de 16 kes îro duşemê li Enqerê hatin binçav kirin.
Di nav kesên binçavkirî de endam û rêvebirên Konfederasyona Sendîkyê Kedkaran yê Kamû (KESK), endamên Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) û rêxistinên demokratîk jî hene.
Sendîkaya Kedkarên Tendurîstiyê (SES) li ser binçavkirinan, preskonferansek li dar xist û nûnerên sendîkayan, partîyên sîyasî û rêxistinên sîvîl amade bûn.
Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk di civînê de got: Armanca desthilata Tirkîyê ew e ku bi van êrîşan me bitirsînin, lê emê li ber van kirinên bêhiquqî paş de gav nevêjin.
Bozgeyîk ji Dengê Amerîka re got ku li Tirkiyê bê hiqûqiya rewşa awarte û karûbarên desthilatê yê kêyfî bi berdewam dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin