Yekem car ji dema Rûsya û Tirkiyeyê 17’ê Îlonê peyman li ser herêma bêçek çêkir, balafirên Rûsyayê herêma bêçek bombebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku balafirên Rûsyayê êrîşên dijwar birin ser herêma başûrê rojavayê Ildibê. Hêjayî gotinê ye ku herêmên ku ji aliyê Rûsyayê ve hatine bombebarankirin, di 17`ê Îlonê de di encama lihevkirina Pûtîn û Erdogan de wek herêmeke bêçek hate ragihandin.
Li gorî navendê, balafiran herêma El-Raşidîn a rojavayê bajarê Helebê, herêma Xan Toman a li aliyê başûrê rojavayî bejahiya Helebê dikeve, bombebaran kir. Ji aliyekî din ve jî hêzên rêjîma Sûriyê herêmên rojava û bakurê rojavayê Helebê topbaran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî şeva din çeteyên artêşa Tirk a dagirker taxên bajarê Helebê bi madeyên jehrkirî topbaran kirin, Rûsyayê êrîşên hewayî li dijî çeteyan pêk anîn.
Anha
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin