Li gor nûçeyeke çapemeniya fermî ya Sûriyeyê, zêdetir ji 100 welatî ku jiber êrîşeke kîmiyayî birîndar bûne, li nexweşxaneyê hatine dermankirin.
Çapemeniya rejîma Sûriyeyê behsa vê yekê kiriye ku ev welatiyên han li Helebê di encama êrîşeke kîmiyayî de yaku ji aliyê çekdaran ve pêk hatiye birîndar bûne.
Li gor çavkaniyên han rewşa piraniya wan welatiyan başe û hatine dermankirin lêbelê rewşa 35 ji wan hinek metirsîdare û hîn jî li nexweşxaneyê dene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin