Hevseroka HDPyê ya Amedê: Polîsan avahiya partiya me dorpêç kiriye

dibêje dixwazin berbijêrên me bitirsînin
کوردستان TV
100%

Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka HDPyê ya Amedê got ku polîs ji bo bandorê li serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên herêmî bikin, avahiya partiya me dorpêç kirine û dîmenên kesên tên partiyê tomar dikin.

Polisan avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a li Amedê, ji 20ê Çiriya Paşiyê (Mijdar, Sermawez) û vir ve dorpêç kiriye ku wê rojê serlêdanên bernamzetiya hilbijartinên herêmî dest pê kiribûn.

Fîlîz Bûlûttekîn, Hevseroka HDPyê ya bajarê Amedê ji bianetê re got, sê roj in ku polîs ji sibehê heta êvarê derdora avahiyê digirin û dîmenên kesên tên û diçin tomar dikin.

Bûlûttekînê diyar kir ku li Amedê li hemberî partiyên siyasî yên din tiştekî wiha nîne û armanca vî tiştî çavtirsandina bernamzetan e.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.