Hikûmeta Îraqê biryar daye daku pênasa gumrikî ya tevahiya deriyên sînorî bike yek.
Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Serokwezîrê Îraqê, Serokwezîr Adil Ebdulmehdî biryar daye daku pênasa gumrikî ya tevahiya deriyên sînorî yên Îraq û Kurdistanê bibe yek.
Serokwezîrê Îraqê herwiha biryar daye daku tevahiya berbest û navendên kontorlên kirinê yên di navbera parêzgehên Îraqê de werin kêmkirin daku hatûçûya navbera parêzgehên Îraqê asantir bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin