Sînemagerên Efrînê: Em ji cîhanê re rûdanên li Efrînê radigînin

dixwazên çend fîlman amade bikin
کوردستان TV
100%

Gelek derhênerên sînemayê ku beşdarî Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî bûn, diyar kir ku ji cîhanê re tiştên li Efrînê rû didin, radigihînin.

Hemû çalakiyên ku li kantona Kobanê tên lidarxistin, bêyî navê Efrînê derbas nabin. Efrîn ji bo Kurd û gelên herêmê bû sembolek, piştî berxwedana dîrokî li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê, navê wê bi berxwedanê ve hatiye girêdan.

Hemû malên li Efrînê rastî zilm û terora artêşa Tirkiyeyê hatin ku dixwaze demografyaya herêmê biguhere. Piştî êrîşa Tirkiyeyê, bi çekên giran û balafiran bi dehan komkujî pêk hatin.

Gelek sînemagerên ku ev dîmenên hovane dîtin, biryar da ku fîlmên cihêreng çêkin. Di fîlman de lîstikvan tune ne, hemû dîmenên ku li ber çavên cîhanê li Efrînê rû dan, tê de hene. Fîlm cara yekê li Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî hatin pêşandan.

Derhênerê sînemayê yê Efrînî Mihêdîn Erslan fîlmeke wî bi navê "Xeleqû El-Emel" li mîhrîcanê hate pêşandan. Wê fîlmê xelata baştirîn kurtefîlmê wergirt. Mihêdîn got wî gelekî hewl daye di fîlmê de tiştê ku şêniyên Efrînê dîtine, derdixe pêş çavan.

Her wiha derhênerê sînemayê Mesûd Kirad fîlmeke kurt bi navê "Uyun Misafire" ku di roja 6’an a mîhrîcanê de hate pêşandan, dixwest bi rêya kişandina dîmenên şervanên parastina Efrînê dikin, rola wan di berxwedana sedsalê li Efrînê de hebe.

Li aliyekî din jî wênekêş Nûrî Ednan diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê rêbazên nû yên îşkenceyê li herêmên ku di bin dagirkeriya wan de, didin meşandin. Dagirkeran ciwanekî Efrînî yê bi navê Aras bi “xazûqan” ku Osmaniyan beriya 500 sal li dijî welatiyan bi kar dianîn, îşkence lê kirin. Ednan wiha got: "Me fîlmek li ser ciwanê bi navê Aras çêkir, navê fîlmê ‘Aras’ bû, me dixwest bi rêya fîlmê ji cîhana bêdeng re rastiya artêşa Tirk a dagirker diyar bikin."

Hêjayî gotinê ye ku Mîhrîcana Fîlman a Kobanê ya Navneteweyî di 13`ê Mijdarê de bi rasthatina salvegera şewitandina sînemaya Amûdê dest pê kir û 7 rojan dewam kir. Mîhrîcan bi dayîna xelatan bi dawî bû.

Anha

 

Sînema

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.