Yekem pirtûka felsefî û îdeolojîkî derbarê rêbaza Barzanê de hat nivîsandin

Pirtûk ji 358 rûpelan pêk hatiye
کوردستان TV
100%

 

Nivîskar Erdelan Hewramî, piştî 8 salan ked û xebateke bê hempa, pirtûka bi navê Felsefe û Rêbaza Barzanî çap û belav kir.

Nivîskar ew pirtûka  han bi awayekî lêkokînên piramîdî, meydanî û herwiha hevpeyîn û kom kirina zaniyariyan, amade kiriye.

Pirtûk ji 358 rûpelan pêk hatiye û cudatiya vê pirtûkê li gel pirtûkên din yên ku li ser Barzan û şoreşa Barzanî hatine nivîsandin ewe ku di vê pirtûkê de tenê behsa felsefe, îdeolojî û helwestên Şêxên Barzanî yên di warê, siyasî, exlaqî, leşkerî, civakî, tendirostî û perwerdehî de bi awayekî zanistî hatine şîrovekirin û nivîsandin.

Di nava pirtûkê de Erdelan Hewramî bi awayekî kûr behsa rêbaz, felsefe û siyaseta Şêxên Barzanî kiriye û balkêşandiye ser helwestên wan  yên netewî û nîştimanî.

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.