Li Başûrê Sûriyeyê DIŞI hat tune kirin

beşek ji wan jî reviyane bo nava çolên derdorê
کوردستان TV
100%

Di vê derbarê de çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê belav kir ku di çarçoveya operasiyonên artêşa Sûriyeyê de yên li dijî terorîstên DIŞIê, artêşa Sûriyeyê kariye, li Başûrê vê welatî tevahiya cêyên di destê terorîstên DIŞIê de azad bike.

Li gor daxuyaniya çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê, îro bi yek carî artêşa Sûriyeyê pêgehên herî dawî yên DIŞIê li Başûrê vê welatî li devera Til Sefa têk dane û bi vê rengî li Başûrê Sûriyeyê terorîstên DIŞIê nemane.

Ji aliyeke din ve hate diyar kirin ku beşeke zêde ji terorîstên DIŞIê ji cêyên xwe revîne û berê xwe dane çolên derdorê.

 

Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.