Di çarçoveya kiriyarên biker nadiyar yên li Îraqê bi taybetî li Besre û derdorê de, Organîzatorê serekî yê xwepêşandanên bajarê Besreyê hate kuştin.
Di vê derbarê de jêderên nûçeyan yên Îraqê belav kirin ku duhê bi şev hijmareke çekdar li berdem mala Organîzatorê serekî yê xwepêşandanên Besreyê Şêx Wisam Xeravî, êrîşî vî kirine û kuştine.
Ji aliyeke din ve hin alî û derdor behsa vê yekê dikin ku ev tîmên çekdar yên ku li Besre û derdorê kiriyarên biker nadiyar dikin, ser bi Îranê ne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin