Hijmara wendahiyan li Kalîforniya 600 derbaz kir

Serokê Amerîkayê dibê diçe cêyê bûyerê
کوردستان TV
100%

Vê sibê Serokê Amerîkayê serdana Kalîforniyayê bike.

Karbidestên agirkujîyê radigîhinin ku ji sê paran pareke şewatê hatiye kontrol kirin.

Di şewata li bakurê Kalîforniya de heta niha 63 kes jîyana xwe ji dest dan. Dîrokzan diyar dikin ku li Kalîforniya, di şewatên daristanan de ti carî ewqas kes nehatibûn kuştin.

Li gor agahiyên dawî, hijmara wendahiyên li Paradise ya Kalîforniya, ku şewatê ew der bi temamî kavil kir, gêhişt 631’an.

Trump li ser Twitterê karbidestên Kalîforniya rexne kiribû û diyar kiribû ku sedema çêbûna şewtan rêvebirina xirab ya daristanan e û herwiha biryare sibê şemiyê serdana vê deverê bike.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.