Hozan Canê bi zêdetirî 6 salan zîndan hat cezakirin

bi hinceta endambûn di nava PKKê de hatiye girtin
کوردستان TV
100%

Dadgeha Sizayên Giran a bajarê Edirne ya Tirkiyê cezayê 6 sal û 3 meh li hunermenda Kurd Hozan Canê ya ku welatiya Almanyayê ye birî.

Hozan Canê ji bo tevlîbûna xebatên hilbijartinê yên HDP'ê yên 24'ê Hezîrên li navçeya Edîrneyê ji aliyê polîsan ve hatibû girtin. Duh Hozan Canê li Stenbolê bi rêya SEBÎS'ê tevlî dadgehkirina xwe bû.

Dadgehê bi tometa Hozan Canê endama rêxistinê ye û li torên civakî bangeşe kiriye bi 6 sal û 3 mehan hat siza kirin.

Hozan Canê li bajarê Diyarbekirê jidayik bûye û karê hunerî bi stranên netewî û şoreşgerî dest pê kir, ta niha 19 album tomar kirine û ji heyama 23 salan ve li Almanyayê dijî û regeznameya wî welatî jî hildigire.

Mûzîk

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.