Serokê Partiya Vatan a Tirkiyê Dogu Perinçek ragihand, ‘Li van nêzîkan di navbera Tirkiye û Sûriyê de 6 caran hevdîtin pêk hatin. Ya herî girîng jî ev hevdîtin li ser daxwaza Serokomar Erdogan çêbûn.’
Dogu Perînçek di hevpeyvîneke ligel ajansa rûsî Sputnîkê de daxuyakirin ku di van demên nêzîk de li ser daxwaza Erdogan 6 hevdîtinên bi dizî di navbera nûnerên hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê de li Tehranê encam dane.
Perînçek got ku çavkaniyên Tirkiyê ew bi van hevdîtinan agahdar kirine û ti îhtimala ku ti kesek bibêje ew hevdîtin nebûne nîne.
Perînçek got, "Ya herî girîng daxwaza hevdîtinan ji rêveberiya Tayyip Erdogan hatiye. Înîsiyatîf ji hikûmeta Tirkiyê hatiye. Dibe ku nûnerên hikûmetên Tirkiye û Sûriyê bin, yan jî rêveberên îstixbarata herdu welatan bin, em nizanin yên hevdîtin kirine çi kes in. Lê me ev agahî bi awayekî teqezî ji çavkaniyên tirk wergirtiye.”
Serokê Partiya Vatanê herwiha diyar kir ku dê hevdîtinên ligel hikûmeta Sûriyê berdewam bikin û ew dikare bibêje ku hevkariya leşkerî û îstixbarî jî tê kirin.
Hêjayî gotinê ye, hikûmeta Tirkiyê ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyê ve siyaseta xwe li ser têkbirina Serokê Sûriyê Beşar Esad ava kiribû û danûstandinên ligel hikûmeta Sûriyê red dikirin. Piştî danûstandinên Astana û Soçiyê yên digel Rûsya û Îranê ev demeke tê bilêvkirin ku stratejiya Tirkiyê ya bo Sûriyê hatiye guhertin.
PeyamaKurd
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin