Doz li dijî Hevserok û parlementerên HDPê hat vekirin

dibêje propagendeya dijî dewletê kirine
کوردستان TV
100%

Îro dozgeriya giştî ya Tirkiyeyê li Enqereyê dozek li dijî Hevseroka HDPê, Perwîn Buldan û sê parlementerên din yên HDPê vekir.

Li gor jêderan dozgeriya giştî di doznameya xwe de îdîaya vê yekê kiriye ku Buldan û sê parlementerên din yên HDPê (Berdan Öztürk, Alican Önlü, İmam Taşçıer) di gotin û gotarên xwe de yên ku di demên derbasbûyî de pêşkêş kirine bo tevgereke dijî hikûmetê propagende kirine.

Dozgeriya giştî bo ku dest bi lêpirsînê ji wan bike, fezlekeyek bo komîsyona dadê ya parlementoya Tirkiyeyê şandiye daku parêzbendiya wan were hilweşandin û pişt re ji aliyê polîs ve li gel wan lêpirsîn were kirin.

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.