Li Eyaleteke Amerîkayê zêdetir ji 200 kesan wendane

zêdetir ji 6 hezar xanî û dikan jî şewitîne
کوردستان TV
100%

Agira ku bi daristanên eyaleta Kalîforniya ya Amerîkayê ketiye didome û heta niha rûpîveke gelek zêde ji daristanên vê eyaletê hetine şewtandin.

Jêderên Amerîkî behsa vê yekê dikin ku ev agira han yekem agire ku bûye sedema mirina hijmareke zêde ji xelkê û heta niha 31 welatî jiber agirê canê xwe ji dest dane.

Li gor jêderên Amerîkî zêdetir ji 1 miliyon kes jî neçar bûne malên xwe vala bikin û tê gotin ku nêzî 6 hezar û 700 xanî û dikan jî hatine şewtîn.

Ji aliyeke din ve rayedarên Kalîfornyayê behsa vê yekê dikin ku heta niha 200 kes wendane û kes nizane ka lî kûderêne û çi bi serê wan hatiye.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.