Çekdarên heşda şebî dest bi nûjen kirina tank û alawên leşkerî yên serdema Sedam kirine.
Li gor jêderên nûçeyan çekdarên heşda şebî bo bihêztir kirina xwe dest bi pêngaveke nû kirine û di çarçoveya vê pêngavê de dest kirine bi nûjen kirina wan tankên ku di serdema rejîma Sedam Husên de hatine bikaranîn.
Weke tê zanîn di dema şerê Îran û Îraqê de Îraq ji Berazîlayayê nêzî 150 tank kirî bû ku ji cureya EE -11 Urutu ne û giraniya wan 4 tene û dikarin 12 leşkeran veguhezin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin