Trump: Vê 15 hezar leşker biçin ser sînorê

beriya niha 5 hezar leşkerên din şandibû
کوردستان TV
100%

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir ku bo rê li ber karwana koçberan bigirin dê 15,000 leşker bişînin sînorê Meksîka.

Trump da zanîn ku ew dê nehêlin ku koçberên ku ji welatên Amerîka Navîn bi rê ketine di hindurê Amerîka kevin.

Serokê Amerîka dîyar kir ku dibe ku ew alîkariyên bo dewletên ku koçber ji wir hatine bibirin.

Pentagonê ragihandibû ku heta dawîya hefteyê dê 5200 leşker bişînin sînorê Meksîka.

Bi hezaran koçberên ku ji Honduras, El Salvador û Guatemala direvin hewil didin ku di ser Meksîka re di hindurê Amerîka kevin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku hejmara koçberên ku ber bi Amerîka dimeşin 7000 derbaz kir.

Voa

 

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.