Erdogan dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê kir

dibêje me pilana xwe amade kiriye û emê destpê bikin
کوردستان TV
100%

Îro Serokê giştî yê AKPê û Serokê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan di gotareke xwe de yaku di civîna firakisyona AKPê ya li parlementoya Tirkiyeyê de pêşkêş kir, dîsa gef li Rojavayê Kurdistanê kir.

Erdogan diyar kir ku vê artêşa Tirkiyeyê bi dirêjahiya Rojhilatê çemê Firatê operasiyonên leşkerî lidar bixe.

Erdogan herwiha eşkere kiriye ku ew pilan û bernameya xwe amade kirine bo êrîş kirinê û di vê çarçoveyê de beriya çend rojan hin dever ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine topbarankirin.

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.