Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê ragihand, hêzên wan bersiva êrîşên artêşa Tirkiyê ya li ser gundên Kobanê dane û got: “Ti êrîşek ne rewa yên li hember xaka Bakurê Sûriyê dê bê bersiv nemîne.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê têkildarî topbarana artêşa Tirkiyê ya duhî li ser gundên rojavayî Kobanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand: “Artêşa Tirk ku ev demek e êrîş û binpêkirinên xwe yên li hember herêma Bakûrê Sûriyê û Rojavayê Kurdistan zêde kiriye, hewl dide bi provokasyonan rewşa ewle û aram ya herêmê hilweşîne.
Weke tê zanîn artêşa Tirk di roja 28’ê Cotmeh’ê de gundên Zormixar, Çarixlî, Siftek û Aşmê yên rojavayê Kobanê bi hawan û çekên giran bombebaran kiribû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin