Pope Francis êrîşa Pittsburghê şermezar dike

di êrîşê de herî kêm 11 kes hatibûn kuştin
کوردستان TV
100%

Papayê Vatîkanê Pope Francis îro yekşemê êrîşa dijî kinîşteka Cihûyan li bajarê Pittsburghê Amerîkî bi tundî şermezar kir û ew wek “kiryareke ne mirovî ya tundûtijiyê” bi nav kir.

Li gor nûçeyeke voayê di axaftina xwe ya îro de li meydana San Peter Francis got êrîşa doh Şemiyê metirsîdar bû û “ bi rastî, em hemî birîndar kirin.”

Tê zanîn di encamê êrîşa wîlayeta Pennsylvania de 11 bawermendên cihû hatin kuştin û 6 kesên din birîndar bûn.

Robert Bowers ê 46 salî ku êrîş pêkanîbû hatiye girtin û bi 29 gunehan hatiye tawanbarkirin, di nav de jî bikaranîna tundûtijiyê û binpêkirina yaseyên mafên sivîl.

Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.