Dadgehekê 4 sal 9 meh û 12 roj cezayê girtinê daye 3 rojnamegeran

rewşa rojnamevanan li Tirkiyeyê aloze
کوردستان TV
100%

Dadgeha Asliye-Cezayî ya 2. a Stenbolê bi sûcê “heqareta li serokkomarî” ceza daye sê rojnamegeran. Dadgehê 4 sal 9 meh û 12 roj cezayê girtinê daye İnan Kızılkaya, İhsan Çaralan û Hüseyin Aykol ên rojnameger.

Dadgeha Asliye-Cezayî ya 2. a Stenbolê bi sûcê “heqareta li Serokkomarî” ceza daye sê rojnamegeran. Dadgehê 4 sal 9 meh û 12 roj cezayê girtinê daye İnan Kızılkaya, İhsan Çaralan û Hüseyin Aykol ên rojnameger.

Cezayê Huseyîn Aykolî nehatiye paşdedan.

Her sê rojnameger jî ji bo rojnameya Ozgur Gundemê bûne nobedarên weşanê. Ew bi wê yekê têne sûcdarkirin ku dema ew nobedarên weşanê bûne, bi nivîs û nûçeyan heqaret li serokkomarî hatiye kirin.

Dadgehê salek, 10 meh û 26 roj cezayê girtinê daye Aykol û Kizilkayayî û 11 meh û 20 roj cezayê girtinê daye Çaralanî.

Bianet

 

Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.