Nûbiharê “Yekem Gramera Kurmancî” ya Mela Eliyê Teremaxiyî çap kiriye

ev berhem beriya 400 salan hatiye amadekirin
کوردستان TV
100%

Weşanxaneya Nûbiharê “Yekem Gramera Kurmancî” çap kiriye ku ji hêla Mela Eliyê Teremaxî ve 400 sal berê hatiye nivîsandin.

“Tesrîfa Teremaxî” ango “Yekemîn Gramera Kurdiya Kurmancî” ya Mela Eliyê Teremaxî ji hêla Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye çapkirin.

Pirtûk beriya niha bi 400 salan, di sedsala 16-17ê de hatiye nivîsandin û weke yekem pexşana kurdiya kurmancî jî tê qebûlkirin.

Merdan Newayî pirtûk ji bo çapê amade kiriye û analîzên tê de kiriye.

Di pirtûkê de esasên gramera kurmancî bi zimanê erebî û farisî re hatine muqayesekirin.

Weşanxaneyê di metnê danasîna pirtûkê de wiha gotiye: “Merdan Newayî, di vê xebata xwe ya li ser vê kitêbê de, xwestiye ku bide zanîn ka rastiya nav û bernavê nivîskarê vê berhemê çi ye, teybetmendiyên wê çi ne, xwediyê çi xweseriyan e, Kurdiya ku di berhemê de hatiye bikaranîn bi kîjan şêwe û devokê ye..?

Hem wî digel lêkolîn û transkrîbekirina teksta orjînal, ew tekst adapteyî Kurmanciya nûjen jî kiriye.”

Derbarê Mela Eliyê Teremaxiyî de

Sala 1591ê li Colemgerê ji dayik bûye. sala 1653yê de çûye ser dilovaniya xwe. Li medreseyan kurdan dest bi perwerdeya xwe kiriye. Li Misrê, Bexda û Musilê perwerde dîtiye. Ji bo feqiyên medreseyên kurdan gelek pirtûkên perwerdeyê bi kurdî nivîsandiye. Li gel Tesrîfa Teremaxî, Qewlê Yekane, Mariya Yaqût, Kurêd Wetan (Welad), Jiyîna Heqîqet û Xewn pirtûkên wî ne.

Bianet

 

Pirtûk û çapkirî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.